Ajansa Nûçeyan a HRANA'yê ragihand ku dewleta Îranê 7 girtî bi dar ve kirin ku berî niha cezayên darvekirinê li wan hatibû birrîn.
Li gorî ajansa nûçeyan a HRANA'yê, her 7 girtî li zindanên Zabol, Vakil-abad, Şîraz û Şîrvanê hatin bidarvekirin.
Her wiha 2 welatiyên Kurd, Mucteba û Mustefa, ji aliyê dadgeha dewleta Îranê ve hatin girtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê, ev welatiyên Kurd ên ji navçeya Dêloranê ya bajarê Îlamê, bi fermana dadweran hatin girtin.
Mucteba bi sûcdariya siyasî û ewlehî û Mistefa jî bi sûcdariya belavkirina nerazîbûnê hatin girtin.
Hat destnîşankirin ku her du Kurd li hucreyên yekkesî tên girtin.