Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî diyar kir ku bi riya navbeynkarên Qeterî hinek pêşniyar pêşkêşî aliyê Amerîkî kirine û Washingtonê ragihandiye ku ew ê bersiva xwe herî dereng heta îro Sêşemê bide. Iraqçî destnîşan kir ku baldariya wan niha tenê li ser vekirina Tengava Hurmizê ye û ev yek bi bicîhanîna şertên wan ve girêdayî ye.
Tevî ku hefteya borî hevdîtinên nerasterast pêk hatin û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser medya civakî nîşaneyên redkirina planê dabûn jî, Tehran diyar dike ku ew hîn jî li bende bersiva fermî û dawî ya Washingtonê ne.