Heta niha 800 dîlgiritiyên QSD`ê hatine berdan

Di çarçoveya pêkanîna peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û QSD`ê de, her du aliyan hejmarek dîlgirtî berdan. Heta niha Hikûmeta Veguhêz 800 dîlgirtiyên QSD`ê berdane û Hêzên Sûriya Demokratîk jî 491 kes berdane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yek ji xalên sereke yên peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê de, serbestberdana dîlgirtiyan e.

 

Ji dema ku pêkanîna peymanê ya di navbera her du aliyan de dest pê kiriye, hejmarek dîlgirtiyên her du aliyan li gorî 3 qonaxan hatine berdan.

 

Di qonaxa yekem de, 100 dîlên Hikûmeta Veguhêz û 100 dîlên QSD`ê hatin berdan.

 

Qonaxa yekem di 10`ê adara 2026`an de pêk hat.

 

Di vê qonaxê de 100 kesên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibûn girtin, hatin berdan.

 

Her wiha 100 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve jî hatibûn girtin, hatin berdan.

 

Di qonaxa duyem de, 300 dîlên Hikûmeta Veguhêz û 300 dîlên QSD`ê hatin berdan.

 

Di qonaxa duyemîn de ku di 19`ê Adarê de hate pêkanîn, 300 kesên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibûn girtin, hatin berdan û 300 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve jî hatibûn girtin, hatin berdan.

 

Di qonaxa sêyem de, 400 dîlên li cem Hikûmeta Veguhêz û 91 dîlên li cem QSD`ê hatin berdan.

 

Di qonaxa sêyem de, di 11`ê nîsana 2026`an de, ev yek pêk hat.

 

400 kesên din ên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatibûn girtin, hatin berdan û 91 kesên ku ji aliyê QSD`ê ve hatibûn girtin, hatin berdan, qonaxên dan û standinê yên li ser lihevkirinê hatin temamkirin.

 

Di nava yên Hikûmeta Veguhêz berdane de, şervanên Yekîneyên Parastinê yên Jin YPJ`ê jî hebûn.

 

Hejmara giştî ya dîlgirtiyan, QSD 491dîlên Hikûmeta Veguhêz berdane û Hikûmeta Veguhêz jî 800 dîlên QSD`ê berdane.

 

Bi vî awayî di qonaxên pevguhertina dîlgirtiyan de, hejmara giştî ya kesên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine berdan gihîştiye 800 kesan.

 

Her wiha yên ku Hêzên Sûriya Demoktraîk QSD`ê berdane hejmara wan bi giştî 491 kes in.

 

Li gorî daxuyaniyên berê yên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ragihandibû ku hejmara giştî ya girtiyan ku di destê Hikûmeta Veguhêz de ne, hezar û 70 kes in.

 

Mazlûm Ebdî gotibû ku di nava wan girityan de şervanên QSD'ê û sivîlên Ereb û Kurd hene.

 

Beriya demekê jî Rûken Cemal Berdevka Ragihandina YPJ`ê jî ragihandinbû ku 35 şervanên wan di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de ne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye