Dadgeha Tirkiyê, kongreya Partiya Gel a Komarê-CHPê ya ku di sala 2023'yan de hatibû lidarxistin û tê de serokê CHP`ê Ozgur Ozel hatibû hilbijartin, betal kir.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di doza civîna CHP`ê de ya ku di 2023'yan de hatiye vekirin, dadgehê biryar daye ku civîn bi tevahî betal û bêqîmet e.
Ango ti derbasdariya wê ya qanûnî tune ye.
Hat diyarkirin ku ev biryar weke tedbîreke qanûnî hatiye dayîn.
Her wiha rêveberiya heyî jî, ji erka xwe hatiye dûrxistin.
Biryar hat dayîn ku Kemal Kiliçdaroglu û rêveberiya wî di erkê de bimînin.
Serokatiya niha ya partiyê jî, wê ji erka xwe ya demkî, were dûrxistin.
Piştî biryarê, li Navenda Giştî ya CHP’ê di bin serokatiya Ozgur Ozel de Desteya Rêveberiya Navendî bi awayekî awarte civiya.
Rêveberiya partiyê biryar girt ku Navenda Giştî ya CHP’ê neyê terkkirin.
Ozgur Ozel: Ez soza rûmet û wêrekiyê didim
Serokê CHP`ê Ozgur Ozel piştî ragihandina biryarê, peyamek belav kir û got:
“Ez soz nadim we ku hûn ê bi meşê di nav baxçeyekî gulan de bibin desthilatdar.
Ez soz didim we ku ez ê êşê tehemûl bikim, lê teslîm nabim.
Ez soza rûmetê didim we, ez soza rûmet û wêrekiyê didim we."
Kiliçdaroglu: Divê ev biryar nebe sedema dabeşbûnê
Kemal Kiliçdaroglu ku ji nû ve weke serokê partiyê hatibû hilbijartin, li ser hesabê xwe yê X`ê daxuyaniyek da û got:
"...Biryara dadgehê ya di derbarê Kongreya me ya Asayî ya 38`emîn de, divê nebe sedema dabeşbûnê, lê bibe derfetek ji bo yekbûna di bin dara me ya sedsalî de."
Armancên şexsî ne di serî de ne, pêşeroja Tirkiyê di serî de ye.
Di vê çarçoveyê de, em ê pêvajoyê bi serokên xwe yên berê, endamên Meclîsa Partiyê, parlamenteran û serokên parêzgeh û navçeyan re bi tevahî bi hevahengî û hevkariyê bimeşînin ..."