Hew wiha Stéphane Dujarric raporeke eşkere kir ku hejmareke mezin ji koçberan, hewcedariya wan bi xwarin, lênihêrîna tenduristiyê û parastinê heye.
Dujarric tekez kir ku alîkariya mirovî ya lez û domdar ji bo koçberan girîng e.
Dujarric diyar kir ku rêyên alîkariya mirovî û binesaziya ragihandinê hatine astengkirin, ev jî dibe sedema ku alîkarî negihêje koçberan.
Dujarric banga parastina binesaziya mirovî li gorî zagona mirovî ya navneteweyî kir.
Di heman demê de, daxwaza zêdekirina fînansmanê bi rêya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) kir, da ku piştgiriyê bidin malbatên koçber.
Li gorî NY, di nav sê mehan de zêdetirî 100 hezar kes ji herêma Kordofanê koçber bûne.