Nûnerên Rêxistinên Swîsreyê êrîşên li dijî Elewiyan şermezar kirin

Nûnerên Rêxistinên li bajarê Zurich yê Swîsreyê, bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî Elewiyan tê kirin şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku bikevin tevgerê da ku rê li ber van êrîşan bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerên Rêxistinan di daxuynaiyê de diyar kir ku êrîşên li dijî Elewiyan beşek ji polîtîkayeke sîstematîk a tunekirinê ne û bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîran bigire.

Nûnerên Rêxistinan anîn ziman ku êrîş ne tenê Elewiyan, di heman demê de li dijî hemû bawerî û gelên li herêmê ye.

Elewiyên li Zurich gotin, "Em ê li hember komkujiyên li ser Elewiyên li Sûriyê bêdeng nemînin.

Têkoşîna me dê heta ku edalet pêk were berdewam bike."

Çalakvan xwestin ku êrîş bi dawî bibin, ji sûcdaran hesab bê pirsîn û mekanîzmayên parastinê yên navneteweyî bikevin meriyetê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye