Her wiha hate zanîn ku mafê wan ê mayîna daîmî, bi bihaneya ku ew ji rejîma Îranê re propagandayê dikin, hatiye betalkirin.
Li gorî Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, şeva borî, birazî û neviya Generalê berê yê Supayê Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê ajanên federal ve hatin girtin.
Her wiha Wezaretê da zanîn ku Hamideh Soleimani Afşar û keça wê niha di bin çavdêriya Daîreya Koçberî û Gumrikê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ne.
Hate zanîn ku Soleimani Afşar piştgirekî eşkere yê rejîma totalîter a Îranê ye ku wekî dewletek piştgirîya terorîzmê tê destnîşankirin.
Di heman demê de Fermana qedexeya ketina hevjîna Afşar a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye dayîn.