Mark Savaya ragihand ku nabe komên çekdar derveyî desthilata dewletê kar bikin û got:
“Divê komên çekdar bikevin bin kontrolê hikûmetê.
Pêwîstiya Iraqê hîn jî bi piştigiriyê heye.
Ti cihek ji bo komên çekdar ên derveyî desthilata dewletê kar dikin nîne.
Aramiya Iraqê girêdayê hebûna hêzeke ewlehiyê ya yekgirtî ya di bin fermandariya hikûmetekê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ye ku di bin alayekê de yekgirtî be û nûnertiya hemû Iraqiyan bike.”
Stava di dawiya daxuyaniyê de wiha destnîşan kir ku Iraq li herêmê welatek serekeye û divê rola xwe ya xwezayî di bipêşxistina aştî, ewlehî û aramiya herêmî de bilîze.