Penceşêr û rûnê xwarinê

Lêkolînekê vê dawiyê girêdanek di navbera asîda linoleic a di rûnê xwarinê de û pêşveçûna penceşêra pêsîran(sîng) a sê-neyînî eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Zanîngeha Weill Cornell ya bijîşkî li New Yorkê lêkolînek kirin.

Di lêkolînê de diyar kirin ku asîda linoleîk bi proteînek bi navê FABP5 re têkildar e û ew bi rêjeyekê bilind di hucreyên penceşêrê de tê dîtin.

Ev girêdan dibe sedema mezinbûna bilez a tumoran.

Her wiha ceribandinên li ser mişkan jî nîşan da ku parêzên dewlemend ên vê asîdê rê li ber mezinbûna tumorê vekir.

Tevî ku penceşêra pêsîran(sîng)  ya sê-neyînî ji sedî 15 pêk tîne, têgihîştina sedemên wê  ji bo tenduristiya giştî girîng e.

Penceşêra pêsîran(sîng)  ya sê-neyînî  yek ji cûreyên herî agresîf û dijwar ên penceşêrê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye