Welatên Kendavê îro ragihandin ku hêzên parastina hewayî yên wan bi dehan êrîşên mûşekî û dronên Îranê asteng kirine.
Her wiha dan zanîn ku zirarên sînorkirî gihîştine avahiyên sivîl û niştecîhan, bêyî ku ti qurbanî çêbibin.
Îmarat: Me îro 23 mûşekên balîstîk û 56 dronên Îranê asteng kirin
Hêzên parastina hewayî yên Îmaratê ragihandin ku hêzên wan îro 23 mûşekên balîstîk û 56 dronên ku ji Îranê hatine avêtin asteng kirine.
Her wiha hejmarên giştî yên êrîşên li ser Îmaratê wiha ne:
“498 mûşekên balîstîk, 23 mûşekên krûz û 2141 dron.
Wezareta Parastinê ya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî diyar kir ku ji destpêka êrîşên Îranê ve, du leşkerên wan hatine kuştin.
Her wiha wezaretê da zanîn ku 11 sivîl jî hatine kuştin û 217 kes jî birîndar bûne.
Kuweyt: Me di 24 demjimêrên borî de 8 mûşekên balîstîk û 19 dronên Îranê têk bir
Hêzên çekdar ên Kuweytê ragihandin ku wan di 24 demjimêrên borî de 8 mûşekên balîstîk û 19 dron di qada hewayî ya Kuweytê de têk birin.
Ji destpêka şer heta niha Îranê li dijî Kuweytê 319 êrîşên mûşekî 664 êrîşên bi dronan pêk anîye.
Behreyn: Me di 24 demjimêrên borî de 8 dron îmha kir
Li Behreynê, pergalên parastina hewayî di 24 demjimêrên borî de 8 dron îmha kir.
Navenda Ragihandinê ya Neteweyî ya Behreynê hejmara êrîşên Îranê ji destpêka şer ve eşkere kir:
188 mûşek û 453 dron ji holê hatine rakirin.