Hûsî: Me balafirgeha Lod û hedefên girîng ên leşkerî li Îsraîlê armanc girt

Tevgera Ensar Allah a li Yemenê (Hûsî) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan ên çekdar balafirgeha Lod a Îsraîlê û hedefên girîng bi mûşekeke balîstîk a parçekirî û hejmareke dronan hedef girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Hêzên Çekdar Yehya Saree di daxuyaniyê êvara Şemiyê de ragihand ku ji bo piştgiriya Îran, Libnan, Îraq û Filistînê, hêzên wan bi mûşekeke balîstîk a parçekirî û hejmareke dronan, operasyona leşkerî ya pêncemîn pêk anî.

Yehya Saree da zanîn ku wan di operasyona pêncemîn a li dijî Îsraîlê de, Balafirgeha Lod a li herêma Jaffa û hedefên girîng ên leşkerî yên Îsraîlê, li başûrê Filistîne hedef girtin.

Her wiha Berdevkê Hêzên Çekdar ê Hûsiyan Yehya Saree eşkere kir ku ev operasyon bi hevkariya Supeyê Pasdarên Îranê pêk anîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye