Çavkaniyên di nava hevrêziya Şîa ya li Îraqê de, ragihandin ku ew nêzîkî qonaxa biryardanê ya derbarê namzedekirinê ji bo serokwezîrê nû bûne.
Hat diyarkirin ku ew ê namzetê pêşkêşî Serokkomar Nizar Amêdî bikin, bi vî awayî pêvajoya tayînkirinê dest pê dike.
Ji aliyekî din ve, piraniya pêşbîniyan nîşan didin ku Serokwezîrê niha Mihemed Şiya Sûdanî, dibe ku ji bo cara duyemîn were namzedkirin.
Ev tê wê wateyê ku namzetiya Nûrî Malikî, serokê Hevpeymaniya Dewleta Hiqûqê ku di dawiya çileyê de bi 'veto'ya Serokê Amerîkayê Donald Trump re rû bi rû mabû, dê were betalkirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku dibe hilbijartina "kesayetiyeke lihevhatî" wekî Asim Bedrî, serokê Komîsyona Ji Holê Rakirina Bermahiyên Baasê, heye.
Her wiha navê Serokwezîrê berê Heyder Ebadî jî wekî namzetekî muhtemel hatiye behskirin.
Çavkaniyeke payebilind ji rojnameya Şerq Ewset re got ku hêzên Çarçoveya Hemahengiyê hewl didin ku heyama agirbestê ya di navbera DYA û Îranê de ji bo çareserkirina pirsgirêka avakirina hikûmetê bi kar bînin.
Ev yek dibe ku di civîneke nêz de çêbibe.