Li Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn

Wek îro li Herêma Başûrê Kurdistanê komkujiya Enfalê pêk hat. Li goristanên li Germiyan, Helebçe, Çemçemal gul li ser goriyên qurbaniyên Enfalê hatin dayîn. Serokkomar Îraqê jî ji hikumeta federal û Herêma başûrê Kurdistanê xwest ku hewldanên ji bo lêgerîna rûfatên hemû qurbaniyan di gorên komî de û vegerandina wan bo xizmên wan zêde bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

38 sal in di ser komkujiya Enfalê re derbas dibin.

 

Li goristana Dêbine ya li bajarokê Rizgarî ya ser bi Germiyanê, malbatên qurbaniyên Enfalê, endam û serokên partî û aliyên siyasî amede bûn û gurzên gulan danîn.

 

Li wir Berpirsê îdareya Germiyanê Celal Şêx Nûrî ji çapemeniyê re axivî û got:

 

“Beryia 38 salan partiya Baas’ê kesûkarên me Enfal kirin.

 

Di vê salvegerê de em bang li hikûmeta Herêmê û Îraqê dikin, tazmînata madî û manewî bidin kesûkarên Enfalkiriyan.

 

Em wek îdareya Germiyanê ji bo vegerandina cenazeyan û lêgerîna gorên bi komî, piştevaniya hemû kesûkarên Enfalkiriyan dikin.

 

Em daxwaz dikin ku doza Enfalê li hemû cîhanê wek jenosîd were naskirin.”

 

Bi heman mijarê, li ber peykerê Enfalê yê li nav Bîrdariya Şehîdên Helebçeyê, ji aliyê Waliya Helebçeyê û berpirsên hikûmet û partiyan gul hatin danîn.

 

Tevî merasîmeke girseyî nehate lidarxistin, xizmên Enfaliyan li navçeya Çemçemal serdana bîrdariya Enfaliyan kirin û qurbaniyan bi bîr anîn.

 

Kesûkarên Enfaliyan qurbanî bi bîr anîn û xwestin ku cenazeyên zarokên wan werin vegerandin.

 

Her wiha xwestin ku xizmeteke baştir ji bo kesûkarên Enfaliyan were kirin da ku birînên wan kêm jî be were pêçan.

 

Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî: Divê tazmînata malbatên Enfaliyan were dayîn

 

Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî jî bi boneya 38’emîn salvegera Enfalê daxuyaniyek da û wiha got:

 

"Di karesatê de zêdetirî 182 hezar zarok, mêr û jinên kal ên gelê Kurd bûne qurbanî.

 

Ev komkujî yek ji tawanên herî hovane yên qirkirinê di dîroka nûjen de ye û birînên wê yên bi êş hîn jî di wijdanê mirovahiyê de mane."

 

Serokkomar ji hikumeta federal û Herêma başûrê Kurdistanê xwest ku hewldanên ji bo lêgerîna rûfatên hemû qurbaniyan di gorên komî de û vegerandina wan bo xizmên wan zêde bikin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye