Rêjîma Îranê, darvekirina girtiyên siyasî berdewam dike.
Dewleta Îranê, di 9 mehên pêşîn ên sala 2025’an de nêzîkî hezar û 175 girtî darve kirine.
Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) rapora xwe ya li ser darvekirinên li Îranê weşand û ragihand ku ji destpêka sala 2025’an ve herî kêm 38 jin hatine darvekirin.
Li Îranê her çar rojan jinek tê darvekirin
NCRI`ê diyar kir ku di navbera 30’ê Tîrmehê û 30’ê Îlonê de, rejîma Îranê 14 jin darve kirine ango her çar rojan carekê jinek tê darvekirin.
Li Îranê zarok jî têne darvekirin
Her wiha Komîteya Jinan a NCRI`ê eşkere kir ku di vê pêvejoyê de heft zarok jî hatine darvekirin.
Komîteyê da zanîn ku li gorî salên berê, di sala 2022’yan de 15 jin, di sala 2023’an de 26 û di sala 2024’an de jî 34 jin hatine darvekirin.
Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) destnîşan kir ku ev hejmar zêdebûneke bêhempa di hejmara darvekirina jinan li Îranê û tundbûn û zexta li ser wan de, nîşan dide.
Ji sala 2007`an û heta niha 300 jin hatine darvekirin
NCRI`ê bi bîr xist ku ji sala 2007’an û vir ve, herî kêm 300 jin hatine darvekirin.
Komîteya Jinan a NCRI`ê bal kişand ser hejmara giştî ya darvekirinan û ragihand ku di sala 2022’yan de bi qasî 578, di sala 2023’yan de 850, di sala 2024’an de 1000 û tenê di 9 mehên pêşîn ên sala 2025’an de bi qasî hezar û 175 kes hatine darvekirin.
NCRI’yê banga rawestandina darvekiran girtiyên jin kir
Komîteyê bang li civaka navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir û got:
"Divê darvekirina jin û girtiyên siyasî were rawestandin. Divê gihîştina jinên girtî bi lênêrîna bijîşkî ya tavilê û bêkêmasî were garantîkirin û pêşî li mirinên ji ber xemsariyê were girtin.”
Girtiyên nexweşiya penceşêrê nayên dermankirin
Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) di dawiya rapora xwe de, zext û astengiyên ku girtiyên jin rastî wan tên, nîşan da û wiha got:
”Bi dehan girtiyên jin ên siyasî ku piraniya wan di navbera 60 û 70 saliyê de ne, li girtîgehan dermankirina wan tên astengkirin û nikarin dermanênên ji bo xweşiya penceşêrê bistînin.”