Lijneya Disîplînê ya Futbola Profesyonel PFDB ji ber bûyerên qadê yên ku di maça Gençlerbirligi û Amedsporê de li Enqerê di hefteya 7'emîn a Trendyol Super Lîg de qewimîn, cezayê pere da Amedsporê.
Li gorî biryara ku ji aliyê desteyê ve hatiye ragihandin, ji ber bûyerên qadê yên ku ji aliyê alîgiran ve di maça 10'ê cotmeha 2026'an de çêbûne, li gorî xalên 52 û 46 ên Rêziknameya Disîplînê ya Futbolê 280,000 TL cezayê pereyan li Amedsporê hat birîn.