Di demekê de ku li herêmê hewldanên dîplomatîk berdewam dikin, rewşa leşkerî ya di navbera Îsraîl û Îranê de ber bi qonaxeke nû û metirsîdar ve diçe. Piştî daxuyaniyên dawî yên berpirsên leşkerî, vê carê asta hişyariyan gihîşt asta herî bilind.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di civînek çapemeniyê de behsa rûbirûbûna bi Îranê re kir.
Yisrael Katz hişyarî da ku di rojên pêş de dibe ku pevçûneke leşkerî bi Îranê re derkeve. Katz ragihand ku artêşa welêt ji bo operasyonek leşkerî ya serbixwe ya bi navê "Şîn û Spî" di amadebaşiyê de ye û wiha got:
"Du senaryoyên sereke hene ji bo ji nû ve destpêkirina êrîşên leşkerî li dijî Îranê.
Ya yekem, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji nû ve destpêkirina êrîşan piştî bidawîbûna danûstandinên heyî.
Ya duyem jî, avêtina mûşekan ji aliyê Îranê ber bi Îsraîlê ve."
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz wiha behsa bersiva êrîşên Îranê da:
"Ger Îran mûşekan bavêje Îsraîlê, Îsraîl dê bi hêz li Îranê bixe.
Em ê tu hevkêşeyekê qebûl nekin ku rê bide Îranê bêyî bersiv êrîşî Îsraîlê bike. Ev dikare di nav du rojan de çêbibe. Fermana min ji bo artêşê ew e ku ji bo operasyoneke şîn û spî li dijî Îranê amade bibe.
Armanc jî hatine destnîşankirin."
Yisrael Katz diyar kir ku ew naxwazin hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê bi Îranê re li Dohayê pûç bibin û ev lê zêde kir.
"Dema ku mijar tê ser parastinê, em ê ne li Libnanê û ne jî li Îranê ti tawîzan nedin."
Di dawiyê de wezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku li gel Îranê hîn jî depoyên mûşekan û şiyana gulebaranê heye.