Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bi boneya salvegera wefata rojnamevan Evrîm Alataş ew bi bîr anî û got: “Evrîm Alataşê mîrateyeke mezin li pey xwe hişt û em ê vê têkoşîna wê bidomînin.”
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya salvegera koça dawî ya rojnamevan Evrîm Alataşê ku di 12’ê Nîsana sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
MKG'ê, diyar kir ku ew ê têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataşê ji bîr nekin, dê têkoşîna wê ji wan re bibe ronahî û rêya pêşketinê.
Di berdewamiyê de MKG’ê wiha got:
“Rojnamevan, rexnegir û nivîskar Evrîm Alataş a di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinara Arganê ya Meletiyê ji dayik bû, di sala 1994'an de dest bi rojnamevaniyê kir.
Di rojnameyên wekî Demokrasî, Yenî Polîtîka, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê wekî nûçegihan xebitiye û edîtorî kiriye.
Di heman demê de, wê ji rojnameyên Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê nîvîs nivîsandine. Di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Reş û Tîrojê de nivîs nivîsandine.
Ji bo nasname û hebûna gelê Kurd jî têkoşiya
Li Tirkiyê di wê serdemê de jî rojnamevanî zehmet bû.
Li dijî zehmetiyan, zextan û astengiyan her wiha tevî hat binçavkirin jî Evrîm Alataş li ber xwe da.
Tevî darizandin û nexweşiyên xwe jî berxwedana xwe domand û gav paşde neavêtin.
Di serdema gund dihatin şewitandin, komkujî pêk dihatin û şerê dijwar de wê pîşeya rojnamegeriyê dikir.
Bi nivîsên xwe jî bandor li ser civakê dikir û xizmet ji pîşeya rojnamevaniyê re dikir.
Wê ne tenê di mijara rojnamevaniyê de di mijara xizmeta di warê parastina nasname û hebûna Gelê Kurd de jî têkoşînek da meşandin.
Her wiha li ser pêşketina ji bo wêjeya Kurdî jî heta dawiyê xebat da meşandin. Bi hilberandina xwe bû mînakeke baş.
Mîrateyeke mezin li pey xwe hişt
Evrîm Alataş bi henekên xwe, bi rûyê xwe yê bi ken, bi hêza xwe ya ji bo têkoşînê hêviyek di nava civakê de belav kir.
Wê dev ji têkoşîna li dijî nexweşiya pençeşerê berneda. Wê dev ji pênûsa xwe berneda.
Her çiqas di 12'ê Nîsana 2010'an de rojnamevan Evrîm Alataş jiyana xwe ji dest dabe jî wê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt.
Bi fikrên xwe, bi nivîsên xwe, bi têkoşîna xwe ew ji me re bû feyzeke giranbiha.
Em wekî MKG'ê dibêjin em ê têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataş ji bîr nekin.
Ew ê têkoşîna wê ji me re bibe ronahî, ew ê têkoşîna wê ji me re bibe rêya pêşketinê."