Berpirseke Rêveberiya Xweser daxwaza xurtkitina rola jinan dike

Di nav wezîrên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de bi tenê jinek heye, wekî din wezîr bi tevahî zilam in. Lê di nav deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 50% jin hene, sîstema hevserokatiyê tê bicihkirin, jin û zilam bi hev re bi wekhevî kar û barên deste û saziyan birêve dibin. Berpirseke Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku rola jinan di destûra nû a Sûriyeyê de bê parastin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berdevka şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standina bi desthilata Şamê re Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pêwîste rola jinan bê misogerkirin.

 

Meryem Îbrahîm: Jin bi israr in ku di siberoja Sûriyeyê de xwedî biryar bin  

 

Meryem Îbrahîm diyar kir ku rola jinan di Rêveberiya Xweser de heye û got: “Jin îro bi israr in ku şirîkên sereke yên avakirina siberoja Sûriyeya demokratîk bin.”

Berdevka şandeyê anî ziman ku dûrxistina jinan ji xebatên çareseriyê tê wateya têkçûyîna proseya siyasî.

 

Di Rêveberiya Xweser de Sîstema Hevserokatiyê tê bicihkirin

 

Meryemê da zanîn ku ji destpêka damezrandina Rêvebeiya Xweser ve, di hemû qadên rêveberiyê de jinan cihekî sereke girtiye û rola jinan gihiştiye asta ku nîqaşê li ser siberoja tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê dikin.

Meryem Îbrahîm tekez kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna sîstemeke nenavendî, têkoşînê dike û wiha berdewam kir: “Sîstema nenavendî serkeftina xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da.”

Berî ku herêm ji rêjîma Baas û DAIŞ’ê rizgar bibe, jin rastî gelek zulm û zordariyê dihatin.

Lê jinan bi tekoşîn û israra xwe, karîbûn wan zehmetiyan derbas bikin û bi rêya pêkanîna sîstema hevserokatiyê, rola jinan di nav Rêveberiya Xweser de hat pêşxistin.

 

Meryem Îbrahîm: Divê di destûrê de rola jinan 50% be

 

Têkidarî dan û standinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re, Meryemê got: Di avakirina Sûriyeya nû de, mjarên sereke yên nîqaşan misogeriya parastina mafê kêmnetewan, pêkanîna rola jinan û beşdariya wê bi rêjeya 50 ji sedî di destûra nû de ye.

 Meryem Îbrahîm wiha axaftinên xwe bi dawî kir:

“Em dixwazin sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî Sûriyeyê belav bibe.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24