Komîsyon cara 4’an kom dibe: Wê li malbatên wendahiyan werin guhdarkirin

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, wê îro û sibê civîna xwe ya çaremîn li dar bixe û di çerçoveya xebata xwe de wê xizmên wendahiyan jî guhdar bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîna ku ji aliyê Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ve tê birêvebirin , Wê îro saet 14:00an de dest pê bike.

Di rûniştina dest pêkê de Wezîrê Karên Civakî û Malbatê Mahînur Ozdemîr Goktaş dê ji bo komîsyonê pêşkeşiyekê bike.

Piştre jî nûnerên saziya Gaziyên Şer yê Tirkiyê, Komeleya Sewî û Bî yên Şêhîdan, Wekfa Malbatên Şehîd û Gaziyên Tirkiyê û Komeleya Piştevaniyê ya bi xizmên Şehîd û Gaziyên Tirkiyê axaftinan bikin.

Di rûniştina duyemîn de jî malbatên li Amedê nobet digrin wê werin guhdar kirin.

Komîsyon sibê jî di rûniştina yekemîn de wê Dayikên Şemiyê û Aştiyê guhdar bike.

Di rûniştina duyemîn de jî ÎHH, ÎHD, MAZLUMDER û Wekfa Mafê Mirovan ya Tahîr Elçî wê were guhdarkirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24