Li taxa Suryan a Helebê dema ku bi dehan ciwanên Elewî bi fotbolê dilîstin, çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrişî wan kir.
Hat ragihandin ku çekdaran di dema bûyerê de gule berdane û yek ji wan ciwanan revandiye.
Li Humsê çekdarên rûgirtî jinek û hevjînê wê kuştin
Li gorî ANHA´yê, duh 2 çekdarên rûgirtî li motorsiklêtê siwar bûbûn, li Humsê li kolana 19ˊan, ya nêzî Çerxerêya Esîl a taxa Nazihîn gule li dikanekê reşandin. Di encamê de, Elî Îd û hevjîna wî Îlham di cih de jiyana xwe ji dest dan.
Di sûceke din de, çekdaran bi erebeyekê hewl da jinek ciwan li nêzî dibistana Hesen El Kurdî ya li taxa Sebîl birevînin.
Wê jinê qîr kir û li hember wan êrişkaran li ber xwe da, şêniyan jî destwerdana bûyerê kirin, lewma çekdar mecbûr man birevin.
Jinên ji Laziqiyê hatibûn revandin li ser sînorê Sûriye û Libnanê hatin dîtin
Her wiha berî 3 rojan jî jineke ciwan ji gundewarê Laziqiyê, dema ku berê xwe dida taxa Zîraa ya bajarê Laziqiyê winda bûbû.
Ew jina ciwan tevî komek jinan û xortekî ji aliyê komên nenas ve hatibûn revandin û li nêzî sînorê Sûriye - Libnanê hatin dîtin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji revandiyan jinekê got ku çekdaran tevî wê 4 jinên din û xortek revandibûn.
Jina ciwan da zanîn ku li nêzî kolana Bint El Şawîş a taxa Zîraa kesekî nenas paçek da ber dev û pozê wê, di encamê de hiş ji serê wê çû û di dawiyê de xwe li deverekê nêzî sînorê Libnanê dît ku rêwiyan ew gihand malbata wê.
Jina ciwan diyar ku çarenûsa jinên din hîn jî nediyar e.
Li herêmên din ên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, bûyerên kuştin, revandina welatiyan zêde bûne û ev jî dibe sedem ku di nava şêniyan de tirs û bêaramî çêbibe.