Li Tirkiyê ji duh ve rojeva sereke biryara “betalbûna mutleq” a ku Dadgeha Herêmî ya Enqereyê der barê her du kongreyên CHPê de biryara betalkirinê da.
Dadgehê di doza kongreyê de biryar da ku Ozgur Ozel û birêvebiriya partiyê wekî tedbîreke demkî ji kar were dûrxistin.
Li gorî heman biryarê, Kemal Kiliçdaroglu û birêvebiriya wî li bendê ne ku peywirê dewr werbigrin.
Biryara darazê ji bo sîyaseta Tirkiyê wekî dîrokî tê binavkirin.
Bêguman, yek ji biryarên herî tund ên ku ji dema derbasbûna Tirkiyê bo sîstema pirpartîbûnê yê ku di sala 1946`an û vir ve li dijî partiyeke siyasî hatiye dayîn.
Biryara betalbûna mutleqê çi ye?
Betalbûna mutleq tê wê wateyê ku karekî hiqûqî ji ber ku li dijî rêzikên ferzker ên qanûnê, nîzama giştî yan jî exlaqê giştî ye, ji destpêkê ve bi tevahî bêhukim tê dîtin.
YSK'ê îtîraza CHP'ê ya li dijî betalkirina kongreyê red kir
Li dijî vê biryarê CHP'ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind YSK'ê da û li dijî biryar 36'mîn a Dadgeha Îstînafê îtîraz da.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê îro ji bo nirxandina îtîraza CHPê ya li dijî biryara "betaliya mutleq" civiya.
Piştî civînê, YSKê îtîraza CHP'ê ya li dijî betalkirina kongreya xwe red kir.
Serokê Giştî yê CHP`ê Ozgur Ozel peyama “berxwedanê” hat.
Ozgur Ozel: Ev mijar ne ya chp'ê ye li dijî gel e
Ozel dibêje, “Em teslîm nabin” û got:
“Ev mesele ne meseleya CHP`ê yê, ev meseleya milet e. Werin li partiya xwe xwedî derbikevin.”
Ozel bang li endamên CHP`ê kir ku îşev saet 8:30ê êvarê li ber baregeha partiyê ya li Enqerê bicivin.
Serokê CHP`ê got:
"Îşev, ez her kesê ku ji welatê xwe hez dike vedixwînim ku li ber xwe bide û dîrokê ji nû ve binivîse."
Serokatiya Ozgur Ozel ragihand ku ew ê têkoşîna hiqûqî û siyasî heta dawiyê bidomînin.
Li aliyê din, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê jî ji birêvebiriya CHP`ê daxwaz kir ku her kes rêzê li biryara dadgehê bigire.
Tê gotin ku hikûmet bi van biryarên darazê dixwazê rêveberiya CHP`ê li gorî xwe dîzayn bike û muxalefeta li hemberî xwe lawaz bike.