Di civînê de Nûnerê NATO'yê diyar kir ku têkiliyên wan yên nûnertiyê li gel hikûmeta Iraqê pir kûr û xurt e.
Her wiha nîqaş li ser alîkarîkirina NATO ya ji bo saziyên ewlehiyê hate kirin.
Di vê çarçoveyê de piştevaniya NATO’yê ya ji bo dezgehên ewlekariyê yên Iraqê, opersyonên dijî terorê û ewlehiya sînor wê bidomin.
Qasim Eraqcî jî da zanîn ku hikûmeta Iraqê girêdayî domandina karê NATO ya li Iraqê ye û şêwirmendiya wê ya leşkerî stratejîk û pêşxistina hevkariya wê ye.