Brîtanya wê qanûnên penaberiyê biguherîne

Hikûmeta Brîtanî ji bo guhertinên di qanûnên penaberiyê de, amadekariyan dike. London dixwaze dema li benda mayîna daîmî ji 5 salan derxe 20 sal. Her wiha, piştgiriya ji bo penaberên xwedî milk tê qutkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîra Karên Hundir a Brîtanyayê Shabana Mahmood eşkere kir ku wê reformeke penaberîyê pêşkêşî Parlamentoya Brîtanyayê bike.

Shabana got, ev guhertinên yên herî giring ên dîroka nêzîk a Brîtanyayê ye.

 

Li gorî pêşnyarê dema li benda mayîna daîmî bibe 20 sal

 

Li gorî reforma ji alîyê hikûmeta Partiya Karker ve hatine pêşniyar kirin, statuya penaber dê demkî be û piştî du sal û nîvan were nirxandin.

Dema li bendê mayîna daîmî ya penaberan li Brîtanyayê dê 4 qat zêde bibe, ji 5 salan derdikeve 20 salan.

Yek ji xala vê reforma nîqaşbar deportkirina penaxwazên li Brîtanyayê ne.

Eger welatê jê hatibin ewle be, wê penaber li welatên xwe bên vegerandin.

 

London hewil dide ku alîkariya darayî kêm bike

 

Li gorî guhertinên pêşniyarkirî, alîkariya ku ji penaberan re tê dayîn dê kêm bibe.

Her wiha hikûmet mafê wê heye ku alîkariya darayî ji kesên ku dikarin bixebitin an jî xwediyê milk in qût bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye