Hêzên Rûsyayê bajarê Fedorovka yê Donetskê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Rûsyayê bajarokekî nû, li parêzgeha Donetskê kontrol kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya roja sêşemê de got ku di encama çalakiyên biryardar ên yekîneyên Koma Başûr a Rûsyayê de, bajarokê Fedorovka yê li Donetskê hatiye kontrolkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku Yekîneyên Koma Bakur a Rûsyayê pêşveçûna xwe ya di nava xaka Ûkraynayê de didomînin û li çend deverên herêmên Sumy û Xarkîvê hêz û alavên çekdarî yên Ûkraynayê kirin armanc.

Her wiha li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hêzên Ukraynayê di tevahî operasyonan de zêdetirî 1200 leşker winda kirine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24