Yekîtiya Ewropayê hewl dide zexta koçberan li ser hin welatên Ewropî, kêm bike.
Endamên yekitîyê, ji bo sala 2026`an li ser girtina 21 hezar koçberan ji van welatan li hev kiribûn.
Ji bilî vê, wê 420 milyon euro alîkarî ji heman welatan re bihatana şandin.
Ev dane, ji sînorên ku ji hêla Komîsyona Ewropî ve hatibû destnîşankirin kêmtir e.
Bi vê yekê jî, dê asta piştgirîya ku ji bo Îspanya, Îtalya, Yûnanistan û Kibrisê bê kirin wê kêm bibe.
Li gorî ji aliyê komîsyonê ve, di derbarê koçberan de, hatiye destnîşan kirin ev in:
Divê her sal 30 hezar kes li seranserî YE`yê werin veguhastin
Divê her sal herî kêm 30 hezar kes ji welatên di bin zexta koçberiyê de li seranserê YE`yê werin veguheztin.
Divê welatên din ên ne di bin zêxtê koçberiyê de ne, 600 milyon euro bidin van welatan.
Wezîrê Karên Hundir ê Îspanyayê bang li YE`yê kir ku hevsengiya di navbera hevgirtin û berpirsiyariyê de biparêze.
Almanya û Yûnanistan li ser koçberan li hev kirin
Li gorî çavkaniyên YE`yê, hikûmeta Almanya bi Yûnanistanê re peymanekê îmze kiriye.
Di peymanê de hatiye diyarkirin ku Almanya di berdêla para ku divê di sala 2026`an de ji Yûnanistanê werbigire, tu penaxwazan venegerîne vî welatî.
Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Piantedosi diyar kir ku peymanek wisa bi Îtalyayê re jî hatiye îmzekirin.