Donald Trump êrîşa berfireh a li dijî Libnanê rawestand

Serokê Amerîkayê Donald Turmp êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê rawestand. Bi navbeynkariya Donald Turmp, Îsraîl û Hizbullahê li ser agirbestekê li hev kirin. Lê tevî peywendiyên dîplomatîk jî, artêşa Îsraîlê Hizbullah bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir û êrîşî Başûrê Libnanê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Vê sibehê li Dahiyeya Başûr şer tune bû, lê li başûrê Libnanê şer û topbaran hebûn.

Êrîşa berfireh a Artêşa Îsraîlê ku diviyabû li dijî Dahiyeya Başûr pêk hatiba, ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Turmp ve hate rawestandin.

Malpera Axiosê ya Ameîrkî ragihand ku Donald Turmp bi rêya telefonê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axiviye û êrîşa li dijî Beyrûtê rawestandiye.

Li gorî Axiosê, di peywendiyê de Donald Trump nerazîbûneke tund nîşanî Benjamin Netanyahu daye.

Donald Trump nerazîbûneke tund nîşanî Benjamin Netanyahu da

Li gorî nûçeyê, Trump hişyarî da ku êrîşeke berfireh a li ser Beyrûtê wê Îsraîlê hîn tenêtir bihêle û ji Netanyahu re got:

"Tu bi temamî dîn bûyî.

Tu hewl didî çi bikî?"

Piştî vê yekê, Trump li ser platforma medyaya dîjîtal Truth Socialê daxuyanî da û hevdîtina bi Netanyahu re piştrast kir.

Donald Trump: Her du aliyan li ser rawestandina êrîşan li hev kirin

Trump diyar kir ku wî ji Netanyahu xwestiye ku dest ji êrîşa mezin a li ser Beyrûtê berde û wiha lê zêde kir:

"Rayedarên Îsraîlê bi erênî bersiva vê daxwazê daye.

Îsraîl dê leşkeran neşîne Beyrûtê û eger leşker ketibin rê jî ew hatine vegerandin.

Min bi nûnerên Hizbullahê re jî peywendî çêkiriye.

Wan jî qebûl kir ku hemû şer û pevçûn werin rawestandin.

Îsraîl dê êrîşî wan neke, ew ê jî êrîşî Îsraîlê nekin.

Ez hêvî dikim ku vê carê mayînde be."

Bi destpêkirina agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de pêşketinên li ser erdê wêneyek bi tevahî cuda nîşan dan.

Îsraîlê bi fermî tiştê ku jê re digot "Xeta Zer" ragihand.

Ev jî herêmeke ewlehiyê ya nû ye, ku li hin deveran ji kûrahiya 10 heta 12 kîlometreyan li bakurê sînor dirêj dibe.

Li gorî raporên medyayê û analîzên meydanî, ev yek bû sedema tecrîdkirina bi dehan gund û bajarokên başûr û rê li ber vegera niştecihên wan girt.

Texmîn nîşan didin ku navçeya di nav vê herêmê de bi qasî 570 kîlometre çargoşe ye, yan jî bi qasî 6 ji sedî ji xaka Libnanê ye.

Ev herêm zêdetirî 55 bajarok û gundan dihewîne.

Wisa xuya dike ku çemên Lîtanî û Zehranî bûne nîşaneyên sereke yên rêça berfirehbûna Îsraîlê.

Di êrîşên Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin

 Tevî peywendiyên dîplomatîk jî, artêşa Îsraîlê êrîşî gelek herêmên Başûrê Libnanê kir.

Herêmên Bint Cbeyl, Sur, Nebatiye, Sayda, Cezzin û Merwaniyê ji aliyê balafirên bêmirovî hatin armanckirin.

Parastina Sivîl a Libnanê diyar kir ku di êrîşa li ser Merwaniyê de 6 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê Hizbullah bi binpêkirina peymana agirbestê tawanbar kir.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Hizbullahê berdewam bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24