Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont niha li Almanya girtî ye.
Puigdemont ji dadgeha Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê daxwaz kir ku biryara girtinê betal bike.
Îspana lîderê katalan bi referandûma serxwebûnê ya 2017an sûcdar dike.
Herwiha, dadwerîya Îspanyayê Puigdemont bi bikaranîna pereyên dewletê ya ji bo referandûmê tometbar dike.
Puigdemont her du tuhmet red kirin û îdia kir ku di roja referandûma 1ê Cotmehê de "ti bûyerûn şîdetê çênebûne."
Berîya hefteyekê dema ku Puigdemont ji Fînlandiyayê vedigeriya Belçîkayê li Almanyayê hate girtin.
Ne diyar e ku dozgerê giştî yê alman wê daxwaza radestkirina Puigdmeont pêk bîne an na.
Puigdemont piştî referandûma serxwebûnê ya 2017an neçar mabû ji Îspanyayê bireve.
Îspanyayê di gulana 2024an de qanûnek efûyê derxist da ku cudaxwazên ku di referandûma 2017an de beşdar bûn efû bike.
Lê Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ev qanûn nikare li ser Puigdemont were sepandin.