Trump: Em amade ne bi Serokê Venezuelayê re diyalogê bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew amade ye bi serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re biaxive. Maduro jî piştrast kir ku ew ji bo diyaloga rasterast vekirî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di vê dema ku rageşiya li Deryaya Karayîbê bilind dibe, Washington peyamên dîyalogê dide. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Ofîsa Oval ji rojnamevanan re got ku ew ê bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re biaxive.

Ji bo pirsa "Hûn şandina leşkeran ber bi Venezuelayê red dikin?" Trump got, "Na, ti rêyan red nakim."

Ev gotinên Trump dikare alozîya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Venezûelayê de kêm bike.

Herî dawî jî Washingtonê Maduro bi serkêşiya kartelên madeyên hişbir tawanbar kiribû û wî wekî "terorîst" bi nav kiribû.

Maduro: Em ji bo diyaloga rasterast vekirî ne

Piştî daxuyaniyên Trump, Maduro ragihand ku ew amade ye bi serokê Amerîkayê re rû bi rû biaxive.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di bin navê "Operasyona li dijî narkotîkê" de êrîşî keştiyên Deryaya Karayîbê dike.

Di hefteyên dawî de, hêzên Amerîkî nêzîkî 20 êrîş bir ser keştîyan û bûn sebeba mirina 83 kes kesan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye