Lezgin

Baregehên Amerîkayê di bin metirsiya êrîşên Îranê de ne!

reset font size increase font size

 

Rojnameya New York Timesê li ser zimanê hin berpirsên Amerîkî aşkere kir ku komên çekdar ên ser bi Îranê ve, amadekariya êrîşkirina baregehên Amerîkî yên li Sûriyê û Iraqê dikin.

Çavkaniyên rojnameyê da zanîn  ku ew kom, di nav de jî Ketaib Hizbullah û Mihwer El- Muqawema li Iraqê, operasyon plan kirine da ku bi mûşek û dronan êrîşî ser baregehên Amerîkayê li Iraqê bikin.

Piştî êrîşa Amerîkayê ya li ser 3 xalên nukleerî yên Îranê ya di 22ê Hezîranê de, Îran ragihandibû ku dê her xaleke Amerîka ya li Rojhilata Navîn bibe armanca wan. Ev yek jî bûye sedem ku rayedarên Waşintonê li herêmê hişyariyê zêde bikin.

Çend baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hene?

Li Enbara girêdayî Iraqê mezintirîn baregeha bi navê Eyn El Esed heye. Her wiha li herêma Kurdistanê jî baregeha Herîr, weke xaleke stratejîk a li dijî operasyonên Daîşê tê bi kar anîn. Heman demê li bajarê Selahadîn a girêdayî herêma Kurdistanê baregeha Beled heye. Dîsa li balafirgeha Bexdadê ya Navdewletî baregeha bi navê Vîctorîa heye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî nêzî 10 baregeh û xalên bi cih kirinê hene. Piraniya wan bi hevkariya QSD’ê, di çarçoveya şerê li dijî Daîşê de ne.

Girîngtirîn baregehên Amerîkî li Sûriyê bi navê El Tenef tê nasîn. Ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî  li Hesekê, Şedadê, Rimêlan, Qamişlo û li Dêrazorê baregehên wan hene. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24