Li gorî rapora salane ya Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO), rêjeya bêkariya cîhanî ya ji bo temenê 15 heta 24 salî di sala 2025'an de gihîştiye %12.4'an, ku ev rêje di sala 2024'an de %12.3 bû. Ev amar nîşan didin ku niha zêdetirî 67 mîlyon ciwan li seranserê cîhanê bêkar in. Her weha rêjeya wan ciwanên ku ne dixwînin û ne jî di tu kar an perwerdeyê de ne, hinekî din zêde bûye û gihîştiye %20'an (nêzîkî 257 mîlyon kes).
Rapor eşkere dike ku guhertinên teknolojîk û serekî sîstema zîrekiya çêkirî, derfetên kar ên klasîk ji nav dibin. Karên nivîsgehê, rêveberî, xizmetguzarî, firotin û beşên pîşesaziyê yên ku berê wekî dergehê yekem ê ketina ciwanan bo nav bazara kar dihatin dîtin, niha rû bi rûyê kêmbûneke mezin bûne.
Li gorî daxuyaniya Sukti Dasgupta, rêvebira beşa kar û şarezatiyê di rêxistinê de, nêzîkî %6.1'ê karên ku niha ji aliyê ciwanên 15-29 salî ve tên kirin, di bin metirsiya rasterast a guhertinên zîrekiya çêkirî de ne.
Ev saziya navdewletî hişyarî dide ku heke tenê %10'ê van karan ji nav biçin, dê zêdetirî 5.6 mîlyon ciwan li welatên xwedî dahata bilind neçar bimînin ku karên xwe biguherînin an jî bi yekcarî ji bazara kar derkevin.