Komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê 74 gundên kobanê talan kirin

Komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê piştî ji Kobanê vekişyan, 74 gundên wê talan kirin. Ji ber ku komên çekdar hîn li 10 gundan dimînin, vegera gel asteng dibe û bicihanîna peymana 29'ê Çileyê dereng dixîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bilî dorpêça giran a li ser Kobanê ku ev zêdetirî 45 rojane didome, komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê malên kurdan talan dikin.

 

Kabloyên elektrîkê, sarinc, depoyên mazotê, televîzyon, doşek û makîneyên çandiniyê bi otomobîl û kamyonan didizin.

 

Komên hikûmetê piştî ku vekişiyan 74 gundên Kobanê talan kirin. 10 gundên din jî hîna di bin kontrola wan de ne.

 

Mayîna komên hikûmetê vegera şêniyan asteng dikin

 

Mayîna wan koman vegera şêniyan a li gundên xwe asteng dikin, di heman demê de bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz de dereng dixe.

 

Gundên ku komên hikûmetê jê derketine û talan kirine ev in:

 

Bîr Zinar, Bîr Xat, Bîr Nasir, Leqleqo, Qurquling 1, Qorqulind 2, Şerebanî, Seferî, Hemtopik, Bîr Kor, Pêşek, Xirabî Seronç, Golêketî, Demircik, Koç Kemat, Koktepe Jêrîn, Kok Tepe Jorîn, Mîlî, Xanika Ebdo, Mendik, Xuydan, Xan Memed, Derbeteht, Çixura Bicûk, Çixura Mezin, Çortanek, Tozinc, Berdax, Mizxene, Toqlî, Qeynter, Mereser, Kepirebin, Dewî, Erne, Korik, Sal, Saqî, Kefûn, Tolik, Bîr Cirût, Nurelî, Bilik, Qil Heydê, Der Felît, Qulan 1, Qulan 2, Qulan 3, Qun Eftar, Xatunî, Xirab Berkil, Qirad Kurd, Omerekê, Şakurk, Sept Eydo, Sebt Inko, Zîk, Dozî, Qerareşk, Mezra Şehîd Eşref, Bîrik, Xerab Xel, Zirkotêk, Esediyê, Goktep 1, Goktep 2, Bîr Bekê, Bîr Sewan, Sêfûn, Girê Evrê, Girê Sor, Salokê, Guçêkmet, Qube.

 

Gundên ku hîna çete tê de ne: Girik, Hemdûn, Cebel Seman, Xirab Işkê, Çelebiyê, Nihît, Hêmed, Ebû Sira, Gêçkiran û Cadê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye