Centcom: Li Îranê me li zêdeyî 170 tesîsên leşkerî xist

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku zêdetirî 170 tesîsên leşkerî yên li Îranê hatine hedefgirtin. Li beramberî vê jî Îranê êrîş bir ser Kuweyt û Behrêynê. Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got ku heke Amerîka êrîş bike, dê bersiva we were dayîn. Li aliyekî din Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî gefa êrîşê li Îranê xwar û got: “Artêşa Îsraîlê amade ye bi tena serê xwe êrîşî Îranê bike.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), amarên dawî yên êrîşa li ser Îranê belav kir.

CENTCOM’ê ragihand ku di nava 2 rojên borî de zêdetirî 170’ê navendên leşkerî yên di nava xaka Îranê de hatiye bombebarankirin.

CENTCOM’ê eşkere kir ku sîstema parastina esmanî, navendên komkirina mûşek, dron û keştiyên leşkerî yên li deverên peravên nêzîkî Tengava Hurmizê kirine armanc.

Hate ragihandin ku ev êrîş ji bo kêmkirina êrişên Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ye.

Li Îranê di du rojên borî de 14 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristî ya Îranê jî beriya niha ragihandibû ku di êrîşên nava du rojên borî de, 14 kes hatine kuştin û 78 kes jî birîndar bûne.

Li beramberî van her du rojên borî ji êrîşan hîna gefên êrîşan berdewamin.

Trump: Îran gelekî dixwaze peymanekê îmze bike

Herî dawiyê jî serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê wiha got:

“Min gotibû her dema ku ew li me bidin, em dê bi 20 qatî bersiva wan bidin.

Me şeva borî ev yek kir.

Trump diyar kir ku Îranê jî hinek gav avêtine lê ew gav wekî bersiveke ji bo êrîşên Amerîkayê ne.

Di warê leşkerî de em ji xwe bi ser ketin.

Di destê wan de gelek kêm tişt mane.”

Israel Katz: Em amade ne bi tena serê xwe êrişî Îranê bikin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî di merasîma derçûnê ya xwendekarên hêzên asmanî yên artêşa Îsraîlê de axivî.

Israel Katz da zanîn ku artêşa Îsraîlê amade ye bi tena serê xwe êrîşî Îranê bike.

Eyal Zamir: Êrîşên li Îranê hîn bi dawî nebûne, planên nû hene  

Her wiha Serokerkanê Îsraîlê Eyal Zamir jî destnîşan kir ku artêş pêşhatên li Îran û Libnanê ji nêzîk ve dişopîne û destnêşan kir ku wan amadehiyên xwe temam kirine ku di cih de êrîşî Îranê bikin.

Sererkan Zamir eşkere kir ku êrîşên li Îranê hîn bi dawî nebûne û wiha anî ziman:              

“Planên nû hene ku em li ser dixebitin.

Em pêşbînî dikin ku hîn operasyonên mezin li pêşiya me ne. Amade bin.”

Qalîbaf: Ger Amerîka êrîş bike dê bersiva we were dayîn

Li aliyekî din serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf  diyar kir ku Amerîka hîn fêr nebûye ku şikandina sozan êdî bê ceza namîne û wiha lê zêde kir:

“Bila ez zelal bim, Ger hûn êrîş bikin, dê bersiva we were dayîn.”

Wezareta Derve ya Îranê jî îdia kir ku êrîşên Amerîkayê "sûcekî şer ê eşkere" û binpêkirina memoranduma têgihîştinê ya ku di 18ê Hezîranê de bi Amerîkayê re hatibû îmzekirin e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye