Amerîka tengava Hurmizê xist bin dorpêça deryayî

Amerîkayê piştî bêencamiya dan û standina bi Îranê re, dest bi dorpêça deryayî li ser Tengava Hurmizê kir. Gelo dorpêça deryayî çi ye? û çima Amerîka vê siyasetê bikar tîne?

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 40 rojî ji şerê berdewam di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesteke du hefteyî ragihand.

Bi navbeynkariya Pakistanê, di 11'ê Nîsanê de Amerîka û Îranê li paytexta Pakistanê, Îslamabadê dan û standin dest pê kirin.

Li gorî daxuyaniyên her sê aliyan Pakistan, Îran û Amerîkayê dan û standin di nava du geran de bê encam derbas bû.

Serokê Amerîka piştî vê yekê gefa dorpêça deryayî li ser Tenaga Hurmizê xwar.

Piştî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, ev dorpêç îro ket pratîkê.

Dorpêça deryayî tê çi wateyê?

Li gorî malpera "windward", dorpêça deryayî amrazeke stratejîk a leşkerî û aborî ye, ku ji bo sînordarkirina gihîştina deryayî bo peravên welatekî an herêmekê tê bikar anîn.

Ev yek jî bi rêya, bi bicihkirina hêzeke leşkerî ya komkirî, da ku hemî keştîyên ku dikevin herêmê an jî ji herêmê derdikevin werin çavdêrîkirin û girtin.

Ev hêza leşkerî ya ku dorpêçê pêk tîne, bi gelemperî keştiyên balafiran, wêrankerên mûşekan û keştîyên dakêşanê vedihewîne.

Dorpêça deryayî dikare çi bike?

Dorpêçkirina berfireh a deryayî dikare îxracata petrolê ya welatekî bicemidîne û bûdceya wê xerab bike û guhertinên siyasî pêş bixe.

Dorpêçên nûjen, astengkirinên nûjen û operasyonên îstîxbaratî yên yekgirtî ne.

Cihbicihanîna wê jî di rêya desteserkirina keştîyan e, da ku rê li ber herikîna kelûpelan, taybetî wek petrola di bin cezayan de, an madeyên hişber ên neqanûnî bigire.

Dorpêçên deryayî di dîrokê de 

Di dîrokê de dorpêçkirinên deryayî, di siyaseta navneteweyî, şer û stratejiyên aborî de wekî amûrên bihêz tên bikaranîn.

Her wiha bikaranîna vê siyasetê jî, bandoreke girîng li ser destnîşankirina encamên pevçûnên mezin û ji nû ve şekildana rewşa aboriya cîhanî kiriye.

Hin dorpêçên deryayî yên ku piştî şerê cîhanî yê yekmîn çêbûne ev in:

Dorpêça Brîtanyayê li ser Almanyayê, şerê cîhanî yê yekem

Dorpêçkirina ku ji aliyê Hêzên Deryayî yên Qraliyeta Brîtanî ve di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de li ser Almanyayê hat ferzkirin, di serkeftina Hevalbendan de faktorek diyarker bû.

Her wiha ev dorpêç bû sedema kêmbûna giran a xwarin û pêdiviyên bingehîn û kêmbûna xwarinê girantir kir.

Kontrola deryayî yek ji xalên herî berbiçav ên serdestiya Brîtanî di wî şerî de bû.

Dorpêça Amerîkayê bi rêya binavkeştiyan ve li ser Japonê

Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, binavêjên Hêzên Deryayî yên Amerîkî rêyên keştîyên bazirganî kirin hedef û dorpêçeke wêranker li dijî Japonê pêk anîn.

Ev stratejî bû sedema qutkirina dabînkirina girîng a sotemenî û madeyên bingehîn, ku hewldana şer a Japonî pir lawaz kir.

Dorpêça Sovyetê li ser Berlînê (1948-1949)

Di sala 1948an de, Yekîtiya Sovyetê dorpêçek li ser Berlîna Rojavayî ferz kir, hemû rêyên bejahî û deryayî yên ber bi bajêr ve birrî, da ku Hevpeymanên Rojavayî neçar bike ku vekişin.

Ambargoya deryayî ya Amerîkayê di dema krîza mûşekên Kubayê de (1962)

Di cotmeha 1962yan de, di dema Krîza Mûşekên Kubayê de, Amerîkayê "ambargoyek deryayî" li ser Kubayê ferz kir da ku rê li ber keştîyên Sovyetî bigire da ku pêkhateyên mûşekan radest bikin.

Astengiya deryayî di şerê Hindistan û Pakistanê de (1971)

Di dema Şerê Hindî-Pakistanî yê 1971an de, Hêzên Deryayî yên Hindistanê dorpêçkirineke tevahî li ser benderên Rojhilatê Pakistanê ferz kirin, dabînkirina kelûpelan qut kirin û hêzên Pakistanî îzole kir.

Her dem bikaranîna dorpêçê ji bo lawazkirina aliyên hedefgirtî tê bikar anîn, û roleke girîng di lezandina bidawîhatina şer de dilîze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye