Li Kantona Cizîrê werza duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku werza duyemîn a sala perwerdeyê di 16’ê Sibatê de bi fermî dest pê dike.
Li gorî desteyê, werza duyemîn îro li dibistanên Çilaxa, Tirbespiyê, Zirgan, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê û xeta gundan dest pê dike.