Koma duyem a koçberên Efrînê gihîştin cih û warên xwe

Karwana duyem a koçberên Efrînê gihîşt navenda bajêr, li wir ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Karwana duyem a koçberên ji Efrînê ku îro sibê ji Qamişloyê bi rê ket, gihîştin navenda bajarê Efrînê.

Karwan ji aliyê xelkê Efrînî ve, ku piştî 8 salan koçberî û êşê li benda vegera malbat û hezkiriyên xwe bûn, di nav çepik û stranên neteweyî de hate pêşwazîkirin.

Karwana duyem îro, roja Şemiyê, saet 6:00ê sibê, ji çerxerêya Yûsiv Gulo ya bajarê Qamişloyê ber bi navenda bajarê Efrînê ve bi rê ket.

Koma duyem ji nêzîkî 200 malbatan pêk dihat, ku bi 80 wesayîtên taybet, 48 wesayîtên barkirî û 14 otobusan ketin rê. Beriya çend demjimêran gihîştin Efrînê.

Koma yekem ku ji nêzîkî 400 malbatan pêk dihat, di 9`ê Adarê de vegeriyan Efrînê.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên pêş de wê karwana 3'emîn ê Koçberên Efrînê biçin cih û warên xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye