Mbappe bû golkarê herî zêde di dîroka kûpaya cîhanê de

Lîstikvanê tîma neteweyî ya Fransayê Kylian Mbappe bi du golên xwe yên li dijî Îngilistanê di maça rêza sêyemîn a Kûpaya Cîhanê ya FIFA sala 2026’an de bû golkarê herî baş ê vê tûrnûvayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fransa û Îngilistan di pêşbirka rêza sêyemîn a Kûpaya Cîhanê ya FIFA sala 2026’an de hatin beranberî hev.

Stêrkê Fransayê, Kylian Mbappe, bi golên ku di deqeyên 48 û 66'an de li dijî Îngilistanê avêt, di Kûpaya Cîhanê de dîrok nivîsand.

Fûtbolîstê 27 salî, ku berî maçê di jiyana xwe ya Kûpaya Cîhanê de 20 gol avêtibû, hejmara golên xwe gihand 22an.

Mbappe ji efsaneyê Arjantînî Lionel Messi ku 21 gol avêtibû derbas kir

Bi vî awayî Mbappe ji efsaneyê Arjantînî Lionel Messi, ku 21 gol avêtibû, derbas bû û bû golkarê herî baş ê dîroka Kûpaya Cîhanê de. 

Messi berê bi golên xwe yê di şeşemîn beşdarbûna xwe ya Kûpaya Cîhanê de, ji Miroslav Klose, ku 16 gol avêtibû, derbas bûbû.

Messi yê 39 salî, ger ku di fînalê de du gol li dijî Spanyayê bavêje, şansek heye ku sernavê xwe vegerîne.

Mbappe, ku cara yekem di Kûpaya Cîhanê ya 2018’an de beşdar bû, di sêyemîn beşdarbûna xwe ya di turnuvayê de ev rekora xwe şikand.

Mbappe hijmara golên xwe yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an gihand 10’an.

Her wiha ji 8 golên Messi derbas bû û di pêşbirka pilava Zêrîn de pêşengiyê bi dest xist.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye