Her sal wekî vê rojê, xelkên Efrînê rojek ji rojên xwe yên herî biêş, bi bîr tînin.
Îro 8’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ye.
Di van salan de, bi hezaran malabat ji Efrînê koçber bûn.
Bi hezaran mal û milkên xelkê hatin wêrankirin.
Bi hezaran ciwanên Kurd hatin revandin û êşkence li wan hat kirin.
Bi sed hezaran darên zeytûnan hatin birîn û kokên wan hatin şewitandin.
Di 20’ê Çileya 2018’an de, Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, êrîşî ser Efrînê kirin û piştî Operasyona Şaxê Zeytûnê ku 58 rojan dom kir, Efrîn hat dagirkirin.
Artêşa Tirkiyê, bi top û muşekan gund û navçeyên Efrînê Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrawa, bombebaran kirin.
Bi hezaran mal û milkên efrîniyan hatin wêrankirin
Di dema dagirkirina herêmê de, gelek binpêkirin çêbûn, di nav de desteserkirina milkan, revandin û wêrankirina dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane û mizgeftan.
Û ji ber ku şer her roj dijwartir dibû, bi sed hezaran sivîl ji malên xwe derdiketin û ber bi cihên ewle ve diçûn.
Zêdetirî 250 hezar efrînî koçber bûn, beşek mezin ji wan ber bi herêma Şehba û li gundên di navbera Efrîn û Helebê ve çûn û beşeke din jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.
Li wir, wan bi salan di şert û mercên mirovî yên dijwar de, jiyan kirin û ji xizmetên wekî av, elektrîk û dermanan bêpar man.
Di dawiya sala 2024’an de, artêşa Tirk û hêzên girêdayî wê, êrîşeke berfireh li dijî Heleb û gundewarên wê dan destpêkirin û kantona Efrîn-Şehbayê dorpêç kirin.
Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo pêşîgirtina li komkujiyan, biryar da ku gel ji herêmê derxe.
Bi hezaran malbat di sermayê de, bi dare zorê careke din koçber bûn.
Ew ji kantonên Efrîn-Şehbayê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser.
Di rêwîtiya koçberkirinê de, hin malbata ji hev qut bûn û hinek ji wan jî zarokên xwe wenda kirin.
Çekdaran piştî şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê koçber kirin, mal û milkên wan talan kirin û şewitandin.
Hêviya vegera efrîniyan bo malên wan zindî ma
Di 29’ê çileya 2026’an de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, peymanek hat îmzekirin.
Di peymanê de, li ser garantîkirina vegera koçberan bo deverên wan, lihevkirinek hat kirin.
Di çarçoveya bicihanîna vê peymanê de, di 7’ê Adara 2026’an de, Hêzên Asayîşê ragihand ku dê koma yekem a koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê 9’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve here.
Her wiha Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê, di 10’ê Adarê de, ragihand ku koma duyemîn jî ku ji 200 malbatan pêk tê, dê di 12’ê Adarê de vegerin Efrînê.
Koma yekemîn a koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatan pêk dihat, vegeriyan li ser axa xwe û ji aliyê şêniyên Efrînê bi stran, dîlan û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.
Lê çûyîna koma duyemîn a koçberan, ji ber sedemên ne diyar, hat taloqkirin.
Salên koçberî û bendewariyê xewna vegerê di dilê efrîniyan de venemirand.
Tevî êş û koçberiya dirêj, hêvî di dilê xelkê Efrînê de zindî ma ku ew ê rojekê bi aramî vegerin gund û bajarên xwe û jiyana ku ew bi salan jê bêpar man, ji nû ve dest pê bikin.