Platforma Şaxên KESK'ê ya Şirnexê li Qada Komarê ya Şirnexê bi boneya salvegera KHK'yên di 29'ê Cotmeha 2016'an hatin îlankirin û deh hezaran kes hatin îxrackirin daxuyanî da.
Di daxuyanî de hate destnîşan kirin ku di 36 KHK'yan de 10 hezaran kes ji kar hatine derxistin, saziyên ziman û çandê dewlet tasfiye kiriye.
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bi vî rengî bang ji dewletê re hate kirin :
"Hemû hevalên me yên îxrackirî vegerînin ser karên wan. Dest ji siyasîkirina darazê berdin. Bila 51 parlamenterên di komîsyona meclisê de cih digirin ji bo KHK'î vegerin ser karên xwe qanûnan amade bikin û pêşkeşî meclisê bikin. Me li dijî polîtîkayên şer aştî xwest. Em hatin îxrackirin."