Kongreya 9’emîn a Amedsporê li Eywana Civînê ya Çanda Amedê pêk hat.
Hevşaredara Bajarê mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyên navendî yên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl ên Amedê, komên alîgirên Amedsporê û gelek kes tevlî kongreyê bûn.
Axaftina destpêkê ya kongreyê rêveberê Amedsporê Cemal Dogrûl kir.
Her wiha endamên dîwanê jî axivîn û piştre rêveberê Amedsporê Faruk Korkmaz rapora faliyetê ya serdemê xwend.
Beşdarên kongreyê axivîn û bal kişandin ser girîngiya tîma Amedsporê û destnîşan kirin ku Amedspor nasnameya gelê kurd e û xwedî mîsyonek girîng e.
Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Serokê Baroya Amedsporê Nahît Eren ji bo serokatiya tîma Amedsporê hat hilbijartin.