Li Hemayê kesek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku li Hemayê kesek ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê da zanîn ku komeke çekdar li taxa Muşaî ya Ferdûsiyê ya bajarê Hemayê kesek kuştin. 

Li cih û deverên cuda yên Sûriyê 6 kes hatin kuştin

 

Di heman demê de SOHR`ê diyar kir ku di 12`ê cotmehê de jî 6 kes li cih û deverên cuda yên Sûriyê hatin kuştin. 

Zarokekî 17 salî li gundewarê rojavayê Humsê û li gundewarê Şamê jî xortek ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Jin û xortek li gundewarê Idlibê bi hinceta namûsê hat kuştin. 

Li gundewarê Dêrazorê xortekî ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.

Li Helebê ciwanekî ji ber guleyek bê ser û ber jiyana xwe ji dest da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye