Zarokeke Kurd li bajarê Qamişloyê nivîseke berî 94 salan bilind kiriye.
Di hejmara yekem a Kovara Hawarê de ku di 15`ê Gulana 1932`yan de derketibû, xwedî û berpirsyarê kovarê Mîr Celadet Elî Bedirxan balê dikişîne ser girîngiya zimên û dibêje ku ziman şertê hebûnê yê pêşîn e, ziman nasname ye.
Tevî astengî, stemkarî û zordariya desthilatdaran, Kurd û zimanê Kurdî ji hev nehatine qutkirin, Kurd dibêjin bê ziman jiyan nabe.
Piştî şoreşa Rojava û avakirina Rêveberiya Xweser, zimanê Kurdî bû zimanê dibistan, peymangeh, zanîngeh û tevahiya saziyên rêveberiyê.
Li herêmên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, dûrî desthilatdariya Şamê, bo dema 14 salan Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanên fermî dihatin dîtin û dihatin bikaranîn.
Berî wê jî, bi dehan salan kar û xebat ji bo zimanê Kurdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Di tevahiya qonaxên ku Sûriye tê de derbas bûye, bi taybetî ji dema avakirina wê wekî Komarekê, bi vî sînorê xwe yê niha, rejîmên desthilatdar danpêdan bi zimnaê Kurdî nekirine û li dijî çand, ziman û hebûna gelê Kurd, siyasetên tunekirin û jinavbirinê bi cih kirine.
Lê tevî evqas dijayetîkirin, heya niha zarokên Kurd sirûda "Ey Reqîb" bi dengekî bilind û bi zimanê xwe yê zikmakî dibêjin.