Li bajarê Bahreynê Lîstikên Ciwanên Asyayê ya 3'emîn de pêşbirkên fînalê yên muay thai û taekwando hatin lîstin.
Werzîşvanên jin ên Îranê di van lîstikan de 4 madalyayên zêrîn, 2 yên zîvîn û 5 yên bronz bi dest xistin.
Rojan Behnamî , di kategoriya 14-15 salan de li hemberî rakîba xwe ya Vîetnamî di şaxa muay thai de madalya zêrîn bi dest xist.
Baran Canî jî di kategoriya 14-15 salan de, di fînalê de li hemberî rakîba xwe ya Taylandî bi 29 li hemberî 28 serket û madalyaya zêrîn bi dest xist.
Di şaxa taekwando de jî, duh di beşa kyorugi de werzîşvanê Îranê tevlî pêşbirke bûn.
Di giraniya jêr 63 kg de madalyaya zîvîn bi dest xistin.
Di kategoriya tîma tevlihev de jî tîma Îranê madalyaya bronz bi dest xist.