Li Hewlêrê pêşmerge êrîşî gel kir û kesek hat kuştin

Li gundê Lazan ya di navbera Hewlêr û Mûsilê de pêşmergeyên girêdayî PDK'ê erîşê gel kir û di encamê de welatîyek hate kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.  

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hat ragihandin ku welatiyên gundê Lazanê bi daxwaza rêveberên Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê kar bide wan çalakî lidarxistine.

 

 Li ser çalakiya şêniyên gund gelek pêşmergeyên girêdayî PDK'ê erîşî gel kirin.

 

Li gor agahiyên ku hatine parvekirin, di êrîşa çekdarî ya pêşmergeyên PDK'ê de welatiyekî ku navê wî nehat zanîn hatiye kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

 

Her wiha li hemberî erîşên pêşmergeyan şêniyên gund jîbertek nîşan dane. Şer û pevçûnên di navbera welatiyan û pêşmergeyan de demek dirêj berdewam kir.

 

Hat zanîn ku beriya 3 mehan jî cardin welatiyên herêmê ji bo hikumet kar bide wan çalakî lidarxistibûn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye