Şewitandina mosim li Zirgan û Til Temirê di roja 2'yan dewam dike.
Ev şewat bandor li dora 23 gundan kiriye.
Bayên bihêz û germahiya bilind agir gur kirin û bûn sedema belavbûna wan a bilez.
Li gorî agahiyên destpêkê, nêzîkî 75,000 donim erdên çandiniyê hatine şewitandin.
Agir ziyaneke mezin da axa çandiniyê, torên avdanê û binesaziya hilberandinê.
Îro jî, li derdora gundên Xidrawî, Hirmilê, Til Hirmil û Mişêrfê yên bakurê Zirganê agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Li gundên Esediye û Um Uşbe yên Zirganê û gundê Ebûş ê Til Temirê agir bi zeviyên çandiniyê ket.
Tîmên Agirkujiyê ji bajarên Zirgan, Til Temirê û Dirbêsiyê bi lez berî dan cihên şewatan, da ku şewat were kontrolkirin û rûberên fireh ên çandiniyê neşewitin.
Şênî metirsîdar in ku mayînên li derdora gundan biteqin
Li kêleka xebatên vemirandinê, şênî metirsîdar in ku mayîn û bermahiyên şer ên li derdora gundan belav in, biteqin.
Ew jî, tîmên agirkujiyê û şêniyên ku tev li xebatên vemirandinê bûne, rastî metirsiyê tîne.
Tîmên agirkujiyê xebatên xwe didomînin.
Heta niha sedemên derketina şewatan an jî mezinahiya ziyanan nehatine zanîn.
2 roj in şewata li gundê Şêx didome
Li rex vê jî, şewata li gundê Şêx ev 2 roj in didome, ziyanên maddî gihîştiye hejmarek malên li beşa rojavayê gund.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji duh ve hejmarek mal şewitîne.
Ji ber ku cihê şewatê nêzîkî cihê baregeha leşkerî ya dewleta Tirk e, Tîmên Awarte û Agirkujiyê nikarin xwe bigihînin cihê wir û agir vemirînin.
Şewatan di nava şêniyên gund de fikar û metirsiyên zêde çêkirine ku mal û milk bi tevahî bişewitin.
Şênî daxwaza şert û mercên guncaw dikin ku tîm karibin xwe bigihînin cihên şewatan û agir vemirînin.