Li gundê Dugirê yê girêdayî bajarê Amûdê di salvegera 11`emîn a komkujiya Şengalê de, Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ji bo avakirina perestgeheke taybet bi Êzidiyan, amadekariyan dike.
Bi beşdariya endamên şandeyek ji Laleşê, civaka Êzidî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî, her wiha şandeyên ewropayî û ji başûrê Sûriyeyê, kevirê yekemîn ê avakirina mezarê hat danîn.
Hevserokê PYD: Avakirina perestgehê bersiveke li hember komkujiyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso diyar kir ku perestgeha pîroz li ser axa pîroz tê avakirin û wiha got: Nûnerên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vê Pîrozgehê hatine cem hev û ev bi xwe jî, bersiveke li hember ferman û komkujiyan.
Rêzan Gulo: Pîrozgeha Êzdayî wê bibe çirûskeke ronahiyê
Pişt re rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û got: Dê ev Perestgeh bibe bingehek ji hemû neteweyan re her wiha dê bibe çirûskek ronahiyê ji hemû gelên bindest re.
Rêveberiya Xweser avakirina perestgehê pîroz kir
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman destnîşan kir ku ev komkujiya li dijî civaka Êzidî dê neyê jibîrkirin û got: Bidestxistina edaletê û parastina Êzidiyan, maf e.
Peyama Mezlûm Ebdî ya pîrozkirina perestgehê hat xwendin
Di merasîmê de, peyamên fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û şêx Murşid Xeznewî hatin xwendin, ku di peyamên xwe de, avakirina perestgehê ji bo parastina nasnameya olî û çandî ya civaka Êzidî wek gaveke giring bi nav kirin.
Merasîm bi xwendina helbesteke li ser komkujiya Şengalê ji aliyê helbestvan Ferhad Merdê ve bi dawî bû.