Îranê, êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya Riyadê kir

Îranê, bi du balafirên bêmirov êrîşî Balyozxaneya DYA’yê ya Riyadê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê, Îranê jî dest bi êrîşên dijber kir.

 

Îranê, êrîşî baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li Bahreyn, Urdun, Quweyt, Qeter û Mirnişînên Yekbûyî yên Ereb dike. 

 

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê ragihand ku Îranê, li dijî Balyozxaneya DYA’yê ya li Riyadê kir.

 

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de li balyozxaneyê şewat derket û ziyanên madî çêbûn. 

 

Balyozxaneya DYA’yê jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bang li hemwelatiyên xwe kir ku li cihê lê dimînin, bimînin.    

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye