Hikûmeta Lîberyayê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku wan li ser qebûlkirina van kesan ligel Washingtonê li hev kiriye. Li gorî peymanê, koma yekem a ji 20 koçberan pêk tê, wê roja pêncşemê bigihîje Lîberyayê. Ev biryar wekî beşek ji bernameya berfireh a rêveberiya Trump a ji bo tundkirina polîtîkayên koçberiyê û dûrxistina koçberên bêbelge tê nirxandin.
Amerîka wê 1.200 koçberan dersînorî Lîberyayê bike
Rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump, di çarçoveya polîtîkaya şandina koçberan a bo welatên sêyemîn de, plan dike ku di nava salekê de nêzî 1.200 koçberên biyanî dersînorî Lîberyayê bike.