Rûsyayê li herêma Donetskê kontrolkirina du gundên nû ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku her du gundên Krasnobodolye û Orikhovadka xistine bin kontrola xwe û di nav 24 saetan de 1,445 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li Komara Gel a Donetskê pêşve çûne, her du gundên Krasnobodolye û Orikhovadka bi temamî kontrol kirine û di nav 24 saetan de bi giştî 1,445 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, di vê pêşveçûnê de balafireke Ukraynayê ya "MiG-29" û 1,671 drone hatine xistin, her wiha li eniya Donetskê wesayîteke zirxî ya Brîtanî ya "Spartan", du wesayîtên Kanadayî yên "Senator" û li bendera Odesayê jî embarên sotemeniyê yên artêşa Ukraynayê hatine rûxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye