Duh, di derbarê şerê li Ûkraynayê de, li Moskovê civîneke Rûsî û Amerîkî pêk hat. Di encamê de ti rêkeftineke ku her du alî li hev bikin pêk nehat.
Li Moskovê bidawîanîna şerê li Ûkraynayê hat gotûbêjkirin
Ji serê sibehê ve heta niha di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de li deverên cuda yên Xezeyê 8 kes hatine kuştin. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê ragihand ku dewletek bi navê Filistînê wê çênebe.
Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff diyar kir ku Hamas qebûl kiriye ku dest ji çekên xwe berde û destnîşan kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî, ji bo qedandina şer bi biryar e.