Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn li hev civiyan. Her du aliyan tekezî li ser dîtina rêyên çareseriyê kirin da ku krîz werin derbaskirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn li hev civiyan.

Di civînê de, rewşa navxwe ya Îraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di çarçoveya civînê de, ofîsa sekreterê Yekgirtûyê daxuyanî da û ev agahî belav kirin:

"Her du aliyan tekezî li ser dîtina rêyên çareseriyê kirin da ku krîz werin derbaskirin.

Divê xetimandina siyasî ya li Herêma Kurdistanê bi dawî bibe."

Her wiha serokê Herêma Kurdistanê, piştgiriya xwe ya tam ji bo hewlên Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku girîngiya berdewamiya hewldan û înîsyatîfan ya ji bo berjewendiya giştî ya Herêma Başûrê Kurdistanê ne.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî li ser piştgiriya hewlên serokê Herêma Kurdistanê spasiya wî kir.

Di berdewamiya civînê de, Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Behaedîn rewşa giştî ya herêmê û bandorên wê yên siyasî û aborî bi berfirehî nirxandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye